
DAYÉ
- MEHMET KULOĞLU
- 27 Nis 2022
- 1 dakikada okunur
Dayîkamin vaye zivistan sar jî hat bi qirr û qeşave
Lê, agirê dilê min sar nebû dayê
Bi çûyîna tera hemû tişt wenda bûn,roj heyv sitrék gul sosin beybûn
lê tenê tu heye li ber çavê Min,dayê
Dayê her rojên bê te, dibe çirûskek ji agir di dilê Min de gurr be dayê,
ez her şevê te dixemilînim
Di xewnê xwede, û te dikim bûk, û te dikim siwarê êşên xwe dayê, û tu dibe rêwîyê rêka tenêtîya min dayê
Dayê di rojên bêtenêbûyìna te de,
Ez li xwe digerim li goristan
û goristan, dişopînim şûna rondikên çavên xwe dayê
Her dema kû roj hiltê
Bi tera dest pê dike
Xeyalên zarokatîya min
Gava kû te kezîyê min, bi keseranve dihûna, hîna jî bêhna
Hezkirina te,
tê ji kûrahîya xeyalên
min dayê
Ez îro jî bûme pepûk
Bê bask û qidûm şikestî me
Li ser gora 'te dayê li ser gora 'te dayê*
Şoreşger Karakola
Comments