
NATİRSİM
- MEHMET KULOĞLU
- 1 Haz 2022
- 1 dakikada okunur
Li şevan nahewim ji ber janên te Lê natirsim ji şewata evîna te, natirsim Evîna te wekî çiyayekî mezin dibe, Di nav dilê min Ma kî paxila çiyayan hembêz nake Ez ê serê xwe daynim ser singa te, Çotên zer memikên di paxila te de , Ku; hîn cardeh salîne û serê wan taze û nû hildaye Bêhna te bikîşînim nava xwe û lêvên te de bilerizim... Wekî bizotek agir bişewitim jî di nav valahiya mirinê de dîsa jî natirsim.. Ma kî ji birîqîna heyvê ditirse Ma kî ji tîna rojê ditirse Natirsim Natirsim...
ZAGROS CİLO
Comments